• Monday, 16 February 2026
logo

Hinardekirina petrola Kurdistanê ranaweste

Gulan Media November 16, 2014 Nûçe
Hinardekirina petrola Kurdistanê ranaweste
Parlamenterekî Kurdistanê ragehand ku rojane 300 hezar bermîl petrol amade ye ku ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve bê hinardekirin û got: ‘’Eger 150 hezar bermîl radestî Bexda jî bê kirin, dîsan 150 hezar bermîl petrol dimîne ku hikûmeta herêmê bişîne derve.’‘

Di vê derbarê de Endamê Komisyona Pîşesazî û Enerjiyê ya Parlamentoya Kurdistanê Elî Elî Halo ji BasNewsê re got: ‘’Niha Herêma Kurdistanê razî bûye ku rojane 150 hezar bermîl petrol bide hikûmeta İraqê, lê evna nayê wê wateyê ku hikûmeta Kurdistanê hinardekirina petrola xwe rabiwestîne.’‘

Elî Halo wiha axifî: ‘’Niha Herêma Kurdistanê rojane zêdeyî 300 hezar bermîl petrol bo hinardekirinê berhem tîne, ji vê rêjeyê jî rojane 150 hezar bermîl petrol radestî hikûmeta Bexda tê kirin û tişta dimîne dê Herêma Kurdistanê bişîne derve. Wate ji ber rêkeftina Hewlêr û Bexdayê hinardekirina petrola Kurdistanê nayê rawestandin.’‘

Basnews
Top