‘Heta Bexda 500 milyon dolar neşîne, şanda Kurdî naçe Bexdayê’
Derbarê rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê de, Cîgirê Serokê Komîsyona Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Kurdistanê Dilşad Şaban got: ‘’Hefteya borî Wezîrê Petrolê yê İraqê serdana Herêma Kurdistanê kir û rêkeftin di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin ku divê 500 milyon dolar ji Herêma Kurdistanê re bê şandin û li beramber jî hikûmeta Kurdistanê dê rojane 150 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê bike, biryar e vê hefteyê Bexda wan pereyan bişîne, piştre hikûmeta Kurdistanê dê petrola xwe radestî Bexda bike.’‘
Dilşad Şaban tekez kir ku heta Bexda 500 milyon dolar neşîne şanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê nake, petrola jî ji Bexdayê re nayê şandin û wiha axifî: ‘’Eger şanda Kurdistanê serdana Bexdayê bike li ser asta bilind dibe û Serokwezîr dê serokatiya şandê bike, lê belê niha em li bendê ne ku Bexda wan pereyan ji Herêma Kurdistanê re bişîne.’‘
13’ê vê mehê Wezîrê Petrolê yê İraqê Adil Ebdulmehdî serdana Herêma Kurdistanê kir û ligel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talebanî civiya. Di civînê de her du alî gehiştin rêkeftinê û wek pêngava yekem biryar hat dayîn:
1- Hikûmeta İraqê 500 milyon dolar ji Herêma Kurdistanê re dişîne.
2- Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 150 hezar bermîl petrol radestî hikûmeta İraqê dike.
3- Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di çend rojên dahatû de ligel şandekê serdana Bexdayê dike bo danîna mekanîzmeke baş û yeksan ji çareserkirina hemû pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Basnews
