• Monday, 16 February 2026
logo

Li Mûsilê bi dehan çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin

Gulan Media November 15, 2014 Nûçe
Li Mûsilê bi dehan çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin
Ji ber bombardimana balefirên şer ên Hêzên Hevpeyman li nav bajarê Mûsilê 35 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin. Di hundirê hefteyekê de jî 18 çekdarên DAİŞ’ê ji aliyên grûbên çekdar ên nenas ve hatine kuştin.

Derbarê êrîşên esmanî de bo ser pêgehên DAİŞ’ê, çavkaniyeke taybet ji Mûsilê agahî dan BasNewsê û got: ‘’Balefirên şer ên Hêzên hevpeyman çekdarên DAİŞ’ê li navçeya Şergat bombardiman kirin ku dikeve rojavayê Mûsilê û di encam de 35 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin.’‘

Ji aliyekî din ve li gor agahiyên BasNewsê, îro li nav bajarê Mûsilê laşên 3 çekdarên DAİŞ’ê hatin dîtin ku ji aliyê grûbên çekdar ên nenas ve hatine kuştin û êrîşên ser çekdarên DAİŞ’ê jî berdewam in.

Li gor heman agahiyan di hundirê hefteyekê de li navçeyên cuda yên Mûsilê 18 çekdarên DAİŞ’ê ji aliyên grûbên din ên çekdar ve hatine kuştin. Êrîş jî bi giştî li taxên Xeyl Eden, Mîşraq, Şûra, Hemam Elîl û çend taxên din hatine kirin.

Basnews
Top