• Monday, 16 February 2026
logo

Martîn Dempsey: Ez hatim Hewlêrê ji bo guh bidim şîretên Barzanî

Gulan Media November 15, 2014 Nûçe
Martîn Dempsey: Ez hatim Hewlêrê ji bo guh bidim şîretên Barzanî
Serokê Desteya Hêzên Hevbeş a Artêşa Amerîka Martîn Dempsey diyar kir, ji bo ku guhdarî şîret, pêşniyar û daxwaziyên Barzanî di şerê DAIŞê de bike, serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îşev li Hewlêrê bi Serokê Desteya Hêzên Hevbeş a Artêşa Amerîkayê Martîn Dempsey re civiya.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Martîn Dempsey di hevdîtinê de gotiye ku ew ji bo wê yekê hatiye Herêma Kurdistanê ku guhdarî şîret, pêşniyar û nêrînên Barzanî di şerê DAIŞê de bike.

Li gorî nûçeyê, Dempsey aniye ziman ku hemû daxwazî û pêdiviyên hêzên Pêşmerge dê ji aliyê wan ve bên ciddîgirtin û bên dabînkirin.

Di nûçeyê de her wiha hat gotin ku Sererkanê Artêşa Amerîkayê behsa wê kiriye ku hemahengiyek baş di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeyman de heye û tekez kiriye ku ew dê di şerê DAIŞê de li ser piştevaniya Pêşmerge berdewam bin.

Hat zanîn ku Martîn Dempsey pesnê Pêşmerge di şerê DAIŞê de daye û sersaxî ji bo malbatên wan pêşmergeyên ku di şer de şehîd bûne, xwestiye.

Hat gotin ku Barzanî jî di civînê de spasiya Amerîka û hêzên hevpeyman kir ku di şerê DAIŞê de alîkariya Başûrê Kurdistanê kirine. Barzanî her wiha gotiye: “Pêşmerge di bin dorpêçê de bû lê karî bi îmkanên biçûk êrişên rêxistina terorîstî ya DAIŞê ku xwedan çekên pêşketbû bû, bide sekinandin.”

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha aniye ziman ku hêzên Pêşmerge karîn bilez xwe komî hev bikin û li hember DAIŞê bisekinin û pêşiya pêşveçûna wê bigirin û derbasî pozîsyona êrişê bibin û derbên giran li DAIŞê bidin.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî ji şanda amerîkî re gotiye ku em amade ne her cure qurbaniyekê bidin da ku terorîstan li welatê xwe derxin û hemû xaka Kurdistanê ji nav lepê terorîstan rizgar bikin.

Mesûd Barzanî her wiha destnîşan kiriye ku şerê terorê tenê leşkerî nîne ji ber ku divê di warê hizrî, siyasî û aborî jî şerê terorê bê kirin û tekez kiriye ku nabe ti cihekî terorîstan li Iraq, Sûriye û derekî din bimîne.

Barzanî spasiya Pêşmerge û hêzên hevpeyman jî kiriye ku heta niha carekî jî li cihên sivîlan nedane û ti zirarek nedaye sivîlan.

Hat zanîn ku yek ji mijarên civîna Barzanî û Dempsey jî Kobanî bûye, behsa rewşa Kobanî û çûyîna hêzên Pêşmerge bo Kobanî hatiye kirin her wiha tekez li ser parastina Kobanî û piştevaniya wan pêşmergeyên ku çûne Kobanî, hatiye kirin.

Rudaw
Top