Emîn: Çûna Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê girîng e
Derbarê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ya bo Bexdayê, Endamê Parlamentoya İraqê ser bi Fraksyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mûsena Emîn got: ‘’Çûna Barzanî bo Bexdayê girîng e, bi taybetî ji bo çareserkirina hejmarek pirsên hilawestî, di ser hemûyan re jî mesela petrol û gazê û butçeya Kurdistanê.’‘
Li gor Mûsena Emîn divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên çareserkirin û wiha axifî: ‘’Divê pirsgirêkên heyî di warê yasayî de bên çareserkirin, an jî çarçoveyeke yasayî bê dîtin û pirsgirêk bên çareserkirin.’‘
Herçiqas biryar bû Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê bike lê ji ber heta niha hikûmeta İraqê tu pêngav neavêtine, serdan jî paşket. Lê piştî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser pirsa petrolê, tê çaverêkirin ku di demeke nêzîk de Barzanî serdana Bexdayê bike.
Basnews
