• Monday, 16 February 2026
logo

Emîn: Çûna Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê girîng e

Gulan Media November 15, 2014 Nûçe
Emîn: Çûna Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê girîng e
Bi baweriya parlamenterê Kurd Musena Emîn, rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser pirsa petrolê dê bandoreke baş li serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê bike.

Derbarê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ya bo Bexdayê, Endamê Parlamentoya İraqê ser bi Fraksyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mûsena Emîn got: ‘’Çûna Barzanî bo Bexdayê girîng e, bi taybetî ji bo çareserkirina hejmarek pirsên hilawestî, di ser hemûyan re jî mesela petrol û gazê û butçeya Kurdistanê.’‘

Li gor Mûsena Emîn divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên çareserkirin û wiha axifî: ‘’Divê pirsgirêkên heyî di warê yasayî de bên çareserkirin, an jî çarçoveyeke yasayî bê dîtin û pirsgirêk bên çareserkirin.’‘

Herçiqas biryar bû Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê bike lê ji ber heta niha hikûmeta İraqê tu pêngav neavêtine, serdan jî paşket. Lê piştî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser pirsa petrolê, tê çaverêkirin ku di demeke nêzîk de Barzanî serdana Bexdayê bike.

Basnews
Top