Şandeke Herêma Kurdistanê diçe Amerîkayê
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ji Rûdawê re got, ez û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa dê îro serdana Amerîkayê bikin.
Fuad Husên da zanîn ku ew dê di vê serdanê de bi rayedarên Koşka Spî, Pentagon, Wezareta Derve yên wî welatî re hevdîtinan bikin û bi wan re li ser şerê DAIŞê û hinek mijarên din gotûbêj bikin.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê her wiha anî ziman ku dê bi endamên Senato û Kongrêsa Amerîkayê re jî rûnên.
Rudaw
