• Monday, 16 February 2026
logo

Serfermandarê Artêşa Amerîka serdana Kurdistanê dike

Gulan Media November 15, 2014 Nûçe
Serfermandarê Artêşa Amerîka serdana Kurdistanê dike
Serfermandarê Artêşa Dewletên yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Martin Dempsey îro gihîşt paytextê Iraqê Bexdayê û biryar e îro êvarî serdana Kurdistanê jî bike.

Sekreterê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji Rûdawê re ragihand: “Biryar e îro Serfermandarê Artêşa DYAyê General Martin Dempsey bê Hewlêrê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsên Herêma Kurdistanê bicive.”

Cêgirê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê bo karubarê Iraq û Îranê û nûnerê taybet ê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê de Brett McGurk nûçeya serdana Martin Dempsey beriya her kesî belav kir.

Ew serdana Serfermandarê Artêşa DYAyê bo Bexdayê ji nişkê ve bû û heta niha bernameya serdana Dempsey bo navaçeyê bi temamî nehatiye xuyakirin.

Rudaw
Top