Davutoglu dê bê Hewlêr
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu li Komcivîna Serkirdeyên G20ê li Awusturalyayê civîna çapemeniyê pêk anî û pirsên rojnamegeran bersivand.
Davutoglu ragihand ku çend xalên Komcivîna Serkirdeyên G20ê hene ji bo Tirkiyeyê gellek girîng in û ji 1ê Berfenbarê îsal pê ve serokatiya serdema G20ê ya dewrî igihêTirkiyeyê.
Davutoglu pirsa “Herêma Kurdistana û Hikûmeta Iraqê di mijara hinardeya petrolê de li hev kirin. Ev yek dê bandorek çawa li Tirkiyeyê bike û hûn vê yekê çawa dinirxînin?” wiha bersivand:
“Ev ji bo me pêşketinek erênî ye. Emê hinî hûrgiliyan bibin. Jixwe weke hûn dizanin dema ez vegerim Tirkiyeyê ezê biçim Bexda û Hewlêrê jî. Li wê derê emê wan mijaran gotûbêj bikin.”
Serokwezîrê Tirkiyeyê Davutoglu anî ziman ji bo wan Iraq di çarçoveya pêwendiyên aboriyê de di nav dewletên herî girîng de ye û axaftina xwe wiha qedand:
“Salê buhayê 12 milyar dolaran zêdetir bi hinardê qzanc pêk tê. Em kêmasiyên ji dewletên din bi rêya Iraqê telafî dikin. Herwiha em piraniya enerjiyê jî ji Iraqê werdigirin.”
Rudaw
