• Monday, 16 February 2026
logo

Amerîka 1500 leşkerên din dişîne İraqê

Gulan Media November 15, 2014 Nûçe
Amerîka 1500 leşkerên din dişîne İraqê
Îro Serokerkanê Artêşa Amerîkayê General Martin Dempsey bi serdanekê gehişte Bexdayê û ji aliyê berpirên leşkerî yên İraqê ve hat pêşwazîkirin.

Piştî ku çekdarên DAİŞ’ê çend bajar û bajarokên İraqê kontrol kirin, evna yekem serdana Serokerkanê Amerîka ye bo İraqê û biryar e di vê serdanê de ligel berpirsên ewlekariyê yên İraqê meseleya şandina leşkerên piyade yên Amerîkî bo İraqê gotûbêj bikin.

Derbarê serdana xwe de General Martin Dempsey ji Reutersê re got ku ji bo nirxandina rewşa ewlekariyê, çawaniya alîkarîkirina hêzên İraqî û şandina hejmereke din leşkerên Amerîkî bo İraqê di şerê dijî DAİŞ’ê de hatiye Bexdayê.

Berî du rojan jî li Washingtonê Komisyona Karûbarê Ewlekariyê civiya û Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Chuck Hagel derbarê civînê de got: ‘’Em ji bo jinavbirina DAİŞ’ê kar dikin, herçiqas hinek astengî jî hene di destnîşankirina cihên çekdarên DAİŞ’ê de. Niha me 1600 leşkerên Amerîkî şandine İraqê, destpêkê me 200 leşker şandibûn û piştre jî 1400 leşker şandin daku artêşa İraqê perwerde bikin. Niha hejmara hevpeymaniya li dijî DAİŞ’ê zêde bûye û 16 welatên din hatine nav vê hevpeymaniyê.’‘

Hagel behsa pêşniyareke Serokê Amerîkayê Barack Obama jî kir ku daxwaz ji Kongresê kiriye şandina 1500 leşkerên din bo İraqê pesend bike û wiha axifî: ‘’Eger ev pêşniyara han were pesend kirin, hejmara leşkerên Amerîkî li İraqê digihe 3100 leşkeran.’‘ Li gor daxwiyaniya Hagel, heta niha artêşa Amerîkayê 900 êrîşên esmanî birine ser çekdarên DAİŞ’ê.

Basnews
Top