Li Kobanî şer germ bû û dengê şer û pevçûna xurt bû
Peyamnêrê Rûdawê li nêzîkî sînorê Kobanî Imer Kalo ragihand: “Ji vê sibehê ve şer rawesta bû û tenê hinek caran dengên teqeyan dihat, lê niha li taxên rojhilatê bajarê Kobanî dîsa şer germ bûye û dengê şer û pevçûna xurt bûye.”
Imer Kalo wiha got: “Çekdarên DAIŞê topek Hawanê avêtin rojavayê bajêr û li nava bexçê bajêr li nêzîkî Kaniya Mişidê ket.”
Kalo wiha domand: “Ji vê sibehê ve rewş aram bû û Hêzên Pêşmerge jî top nedavêtin, lê niha dîsa topbaran û şerê giran dest pê kiriye.”
Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku, “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî ji vê sibehê ve li ser Kobanê difirin lê hîna li çeperên DAIŞê nedabûn, lê niha li 2 cihên DAIŞê dan.”
Niha şer li aliyê baxçê Hacî Reşîd û Taxa Pîşesaziyê û derdora şaredariya Kobanî şer heye, ku ew der bûye eniya şerê di navbera hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê de.
Imir kali wiha got:”Li gorî ku hêzên kurdî ji me re dibêjin û em jî bi çavê xwe dibînin, nîvê bajarê Kobanî di destê hêzên kurdî de ye û nîvên din jî di destê DAIŞê de ye, ji ber ku ew eniya ku çê bûye bajar kiriye 2 beş.”
Rudaw
