• Monday, 16 February 2026
logo

Li Rojhilatê Kurdistanê planeke metirsîdar birêve ye

Gulan Media November 15, 2014 Nûçe
Li Rojhilatê Kurdistanê planeke metirsîdar birêve ye
Hat zanîn ku desthilatdarên Îranê projeyek amade kirine daku hejmarek navçe û parêzgahên welêt di çarçoveya herêman de bên organîzekirin û Rojhilatê Kurdistanê jî dibe 3 parçe.

Li gor malpera Millet a Îranî, desthilatdarên Îranê di warê îdarî de hinek navçe û parêzgehan dixin çarçoveya herêman qaşo daku karûbarê navxwe baştir birêve biçe û desthilata navendî jî kêm bibe. Di vê çarçoveyê de Rojhilatê Kurdistanê bo sê parçeyan hatiye dabeşkirin.

Li gor wê projeyê;

1- Sine û Urmiye dibin wilayetek.

2- Kirmanşan, Îlam û Hemedan dibin wilayetek.

3- Bajarê Kurd (Loristan) dibe wilayetek; ji xeynî çend bajar û bajarokên din ku berî bi parêzgehên din ve hatine girêdan.

Li aliyê din vê parçekirina îdarî wiha kir ku 60 parlamenterên wî welatî nerazîbûn û nîgeraniya xwe pêşan bidin. Di vê derbarê de Parlamenterê Rojhilatê Kurdistanê Meysem Bademçî ji Ajansa Zeman re got: ‘’Armanca vê parçekirinê, Farskirina navçeyên Kurdnişîn û kêmnetewên Îranê ye, evna dibe sedema reaksyonên xirab.’‘

Basnews
Top