• Monday, 16 February 2026
logo

AKP`ê pêşwazî kir û HDP qebûl kir

Gulan Media November 15, 2014 Nûçe
AKP`ê pêşwazî kir û HDP qebûl kir

Alîkarê Serokê Giştî yê û Berdevkê AKPê Beşir Atalay ragihand ku, piştî çalakiyên Kobanêyê bûyerên tundiyê û nîqaş derketin û ev rewş der barê pêvajoya çaerseriyê û helwesta aliyan de bû sedema gumanan. Perwîn Buldan jî ragihand ku ew li benda gavên berbiçav ya hikûmetê ne.

Di kongireyeke rojnamevanî de Beşîr Atalay diyar kir ku hikûmet di civîna xwe ya du roj berê de bi berfirehî li ser pêvajoya çareseriyê sekinî û biryara xwe eşkere kir ku pêvajoya çareseriyê bidome.

Atalay got: "Pêvajoya çareseriyê û xebatên wiha li dinyayê car caran disekinin û cardin dewam dikin. Divê em van pirsgirêkan çareser bikin û bi sebir tevbigerin.”

Teqez li wê yekê jî kir Beşîr Atalay got:"Bi pêvajoya çareseriyê valahiya ewlehiyê çênabe û divê çênebe. Pêvajoya çareseriyê bi xwe re kêmasiya ewlehiyê nayne. Pêvajoya çareseriyê ewlehiyê zexim dike.”

Ji aliyê xwe ve cîgira seroka koma HDP Perwîn Buldan li ser gotina Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Beşîr Atalay ya "Pêvajoya çareseriyê wê bi awayekî şefaf bidome" bi bîr xist û got: " Ji vir û şûnde dibe ku pêngavên berbiçav û pratîk bên avêtin. Ji ber vê çendê daxwazên me yên berbiçav diyar û eşkere ne. Roja duşemê em ê bi Birêz Akdogan re li ser vana bisekinin."

Perwîn Buldan ji ajansa Anadolê re aşkira kir ku, şanda HDP ya Îmraliyê roja 17ê mijdarê, roja duşemê bi Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Yalçin Akdogan re hevdîtinê bikin.

Buldan got: "Lewra piştî pêvajoya ragirtin û rawestandina pêvajoya çareseriyê, pir dem ji destê me çû û daxwazên me hê bi cih nehatin. Em ê di hevdîtinê de li ser van hemûyan bisekinin. Hikûmet wê piştî vî qasî çi bike an jî wê kîjan gavên berbiçav biavêje."

Jêder: AA
Top