• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Adil Ebdulmehdî kir

Gulan Media November 13, 2014 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Adil Ebdulmehdî kir
Duh pênçşem 13.11.2014 li Selahedîn, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Adil Ebdulmehdî Wezîrê Nefta Iraqê kir.

Di destpêka hevdîtinê de Wezîrê Nefta Iraqê xweşhaliya xwe ji bo rexsana derfeta vê hevdîtinê derbirî û destxweşiyê li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ji bo wê serkeftina mezina li bereyên şer de li dijî terorîstan bi dest anîn û hêvî jî xwestin bi zûtirîn dem terorîstan li hemû Iraqê bêne têkşikandin û aramî vegerê welat.

Li beranber da Serok Barzanî ji bo wergirtina posta Wezîrê Nefta Iraqa Federal pîrozbahiyê li birêz Adil Ebdulmehdî kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest. Di derbarê bereyên rûbirûbûna li gel terorîstan jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku terorîst li beranber Pêşmergeyên Kurdistanê xwe ranagirin û bostekî ji axa Kurdistanê jî li jêr destê wan da namîne û têne azad kirin. Hêvî jî xwest bi zûtirîn dem bi hemahengî û hevkariya hemû aliyek terorîst li hemû cîhekî bêne têkşikandin û ji bo eve jî pêwîste hengavên kirdarî ji bo serxistina proseya siyasî li ber bigrin, ji ber ku eve têkşikandina terorîstên Da'îşê hêsantir dike.

Her li vê hevdîtinê de Wezîrê Nefta Iraqê ronahî xiste li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda yên li warên uze û enerjî û siyaseta nû ya Iraqê ya li warê neft de ji bo Serok Barzanî rûn kir û bi hurî behsa rewşa aborî û siyasiya Iraqê kir.

Li vî warî de Serok Barzanî hêvî xwest bernameya karê Wezîrê Nefta Iraqê hengavek bê ji bo çareseriya kêşeyên di navbera Herêm û Bexda ya li warê uzeyê da. Her dû alî jî tekez li ser girîngiya çalakkirina diyaloga binyatnana di navbera aliyan kir bi mebesta peydakirina çareseriyeke bingehîn ji bo hemû kêşeyan û bi piştbestina bi destûr û encama rêkkeftinên di navbera hêz û aliyên Iraqiyan û şeraketa rasteqîne li binyatnana welat û serxistina proseya siyasî û demokratî li tevahiya Iraqê da pêkbîne.



Top