• Monday, 16 February 2026
logo

Çend gundên devera Şengalê ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatin rizgar kirin

Gulan Media November 13, 2014 Nûçe
Çend gundên devera Şengalê ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatin rizgar kirin

Hêzên pêşmerge li devera Şengalê hijmareke gund ji destê terorîstan rizgar kirin.

Di vê derbarê de berpirsê şaxê 17an ya partiya demokrata Kurdistanê Seîd Şengalî ragehand ku îro hêzên pêşmerge yên Kurdistanê li devera Şengalê êrîşî terorîstên DIŞIê kirine û karîne derbên gelek dijwar li terorîstan bidin.

Şengalî eşkere kir ku di encama êrîşên hêzên pêşmerge yên bo ser terorîstên DIŞIê de hêzên pêşmerge karîne terorîstan ji çend gundên deverê derbikin û hijmareke gundên deverê ji destê terorîstan rizgar bikin.

Şengalî ev yek jî eşkere kir ku her di heman êrîşa han de hêzên pêşmerge karîne dest bi ser do dozerên terorîstan de jî bigirin.
Top