• Monday, 16 February 2026
logo

Zêbarî pirsa butçeya Kurdistanê gehande Amerîkiyan

Gulan Media November 13, 2014 Nûçe
Zêbarî pirsa butçeya Kurdistanê gehande Amerîkiyan
Wezîrê Darayî yê İraqê Hoşyar Zêbarî, pirsa meaş û butçeya Herêma Kurdistanê ligel Wezareta Derve ya Amerîkayê gotûbêj kir.

Li gor daxwiyaniyeke Wezareta Darayî ya İraqê ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, Hoşyar Zêbarî di civînekê de ligel berpirsên Amerîkî behsa pirsa meaş û butçeya Herêma Kurdistanê kiriye.

Li gor daxwiyaniyê Wezîrê Darayî yê İraqê Hoşyar Zêbarî ligel Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Brett H. McGurk û Balyozê Amerîkayê li İraqê Stewart Jones behsa pirsa meaş û butçeya Herêma Kurdistanê kirin.

Zêbarî ji Amerîkiyan re behsa gotûbêjên hikûmeta Bexdayê û Herêma Kurdistanê yên derbarê butçe, meaş û petrolê de kir, lê belê di daxwiyaniyê de nehatiye diyarkirin ka nerîna Amerîkiyan li ser van mijaran çibû.

Ji meha Sibata îsal ve hikûmeta Bexdayê butçe û meaşê fermanberên Kurdistanê qutkiriye ku nêzîka 16 trîlyon dînar e.

Basnews
Top