• Monday, 16 February 2026
logo

Barzanî û Ebdulmehdî li ser pirsa petrolê axifîn

Gulan Media November 13, 2014 Nûçe
Barzanî û Ebdulmehdî li ser pirsa petrolê axifîn
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Petrolê yê İraqê Adil Ebdulmehdî, di civînekê de pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin û bi taybetî li ser dosya petrolê rawestiyan ka çawa çareseriyek jêre bê dîtin.

Wezîrê Petrolê yê İraqê Adil Ebdulmehdî îro bi serdanekê gehişte Hewlêrê û ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya. Di civînê de ku Cîgirê Serokwezhir Qubad Talebanî jî amade bû, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin bi taybetî dosya petrolê ku demeke pirsgirêka herî mezin a navbera Hewlêr û Bexdayê ye.

Derbarê naveroka civînê de tu agahî nehatin belavkirin û rûniştinên din dê bên kirin. Biryar e piştî bidawîbûna hemû civîn û rûniştinan Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê derbarê naveroka civînan de daxwiyaniyekê bide.

Basnews
Top