YPG: Li Efrînê metirsî nîne
Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku li ser bajarê Efrînê niha tu metirsî nîne.
Fermandariya YPGê derheqê agahiyên rojên dawî di çapemeniyê de îdîa dikin ku koma Cepha El Nûsra ji bo êrîşî Efrînê bike hêza xwe şandine û amadekariyên êrîşê dike de, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya de hat ragihandin ku pevçûnên li Îdlîb û Helebê diqewimîn, di navbera koma Nûsra û Artêşa Azad a Sûriye de pêk tîne û hat gotin, "Heta niha li dijî Kantona me ti koma êrîş ne kirin e."
Fermandariya YPGê got, ew naxwazin rewş di navbera wan û aliyên din de aloz bibe û ew amade ne têkiliyê bi hemû grûpên ser bi Artêşa Azad ve bikin ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk.
Ji beriya niha Fermadarê Kantona Efrînê Hêvî Mistefa ji Rûdawê re gotibû: “Gelê me amadeye. Me tedbir xwe standiye. Li Efrînê metirsî hene.”
Hevserokê Konseya Serokatiya Giştî yê KCKê Cemîl Bayik ji BBCyê re ragihandibû El Nusra ber bi Efrînê ve diçe.
Efrîn ji 3 kantonan yeke ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kontrol dike û dikeve beramberî bajarê Kilisê ya Tirkiyeyê.
Nifûsa bajêr ji bo penaberên niha nêzîkê milyonekê bûye.
Rudaw
