• Monday, 16 February 2026
logo

Serokekî Amerîkayê serdana Kurdistanê dike

Gulan Media November 13, 2014 Nûçe
Serokekî Amerîkayê serdana Kurdistanê dike
Biryar e meha dahatû, Serokê berê yê Amerîkayê Jimmy Carter serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bike û ligel berpirsên payebilind ên Kurdistanê bicive. Li gor hinek çavkaniyên dîplomatîk jî, di demên pêş de çend berpirsên din ên bi bandor ên cîhanê serdana Kurdistanê dikin.

Ji dema ku çekdarên DAİŞ’ê êrîşî Başûrê Kurdistanê dikin û heta niha çendîn berpirsên welatên biyanî serdana Hewlêrê kirine û çendîn welatên cîhanê jî alîkariya leşkerî û însanî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine.

Berî niha BasNewsê belav kiribû ku biryar e Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî serdana xwe ya bo Ukrayna û Tirkiyê (17-18.11.2014) serdana Hewlêrê jî bike, ku zanyarî ji çend çavkaniyên ewlekariyê yên Amerîkayê li Hewlêrê hatibûn wergirtin. Heman çavkaniyan diyar kiribûn ku ferman ji wan re hatiye daku amadekarî bên kirin ji bo hatibe berpirsekî payebilind ê Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê.

Li gor medya İraqî, roja (21.11.2014) Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu serdana Brxdayê dike, ku armanc gotûbêjkirina peywendiyên navbera herdu welatan e ku demek dibe sarbûnek çêbûye. Li gor agahiyên ku ji hikûmeta Kurdistanê hatine wergirtin, Davutoglu rojek piştî serdana Bexdayê, tê Hewlêrê jî.

Çavkaniyeke agahdar ji BasNewsê re got ku Serokê berê yê Amerîkayê û Serokê Navenda Jimmy Carter bo Parastina Mafê Mirov û Demokrasiyê Jimmy Carter, meha dahatû serdana Hewlêrê dike. Derbarê armanca serdana Carter de, heman çavkanî wiha axifî: ‘’Mebest piştgirîkirina Herêma Kurdistanê ye di şerê dijî DAİŞ’ê de û biryar e ligel berpirsên payebilind ên Kurdistanê bicive.’‘

Jimmy Carter di salên 1977-1981’ê de serokê Amerîkayê bû, piştî ku dema serokatiya wî jî qediya, Navenda Jimmy Carter bo Parastina Mafê Mirov û Demokrasiyê vekir. Çendîn berpirsyarî wergirtine û çendîn car bûye nûnerê Amerîka û Neteweyên Yekbûyî li navçeyên ku krîz li wan çêbûne wek; Rojhilata Navîn, Efrîqa, Kore û Haitî. Yek ji wan kesan e ku li hemû cîhanê rêz lê tê girtin û yek ji çalakvanên warê aştiyê ye li cîhanê.

Basnwes
Top