Zêbarî: Balafirên Erebistana Siûdî li derdora Kobanî didin
Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Iraqê Hoşyar Zêbarî ji Rûdawê re behsa beşdarbûn û pêgeha welatên erebî di nav hevpeymaniya navdewletî de kir.
Hoşyar Zêbarî wiha got: “Balafirên welatê Erebistana Siûdî di nav hevpeymaniya navdewletî de li çeperên DAIŞê li Sûriyê û derdora Kobanî didin.”
Zêbarî da zanîn ku, “Li kêleka Erebistana Siûdî, balafirên şer ên Îmarat û Behrênê jî di wan operasyonan li dijî DAIŞê de beşdar in.”
Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Iraqê Hoşyar Zêbarî ku ligel Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm bi serdaneke fermî çû Erebistana Siûdî.
Rudaw
