Hikûmetê du pirojeqanûn li ser neft û gazê û dahatiniyê wê pesind kirin
Di destpêka civînê de, Nêçîrvan Barzanî behsa civîna vê dawiyê ya konseya neft û gazê ya herêma Kurdistanê digel parlamentoya Kurdistanê kir û eşkere kir ku, ew civîn li ser daxwaza parlamentoya Kurdistanê bû ku dixwestin zaniyarî û agadariya li ser dosyeya neftê û pirsgirêkên digel Bexdayê hene bizan in. Barzanî got ku, ew civîna digel parlamnetoya Kurdistanê civînek erênî û bi mifa bû, bi taybetî di wê civînê de raportên her du komîteyên êkonomî, aborî û berhemanînê û komîteya pîşesazî, enerjî û çavkaniyên xwezayî, herwesa, raporta wezareta darayî û aborî hatin pêşkeş kirin. Ew raport hemû gelek baş, bi zaniyariyan zengîn û bi mifa bûn. Serokwezîr got ku, di civîna digel parlamentoya Kurdistanê de wezîrê samanên xwezayî bi hûrgilî behsa çewaniya firotina nefta Kurdistanê, dahatiniyê neftê û danan pereyê neftê li bankeyek taybet, pilana wezaretê a di warê neftê de û çareserkirina kirîza êkonomî û miaşên karmendên herêma Kurdistanê bi rêya dahatiniyê neftê kir.
Serokwezîr got ku, parlamenteran gileyî li ser wê yekê hebû ku, wezîrên hikûmeta Kurdistanê direng bersiva pirsên parlamenteran didin û daxwaz kir ku, mekanîzmek bê amade kirin daku wezîr di dema qanûnî de ku, 15 roj in, bersiva pirsên parlamenteran bidin, çênabe bersiva pirsên parlamenteran bi tu awayî bên îhmal kirin û divê rêz û hurmet ji vê sîtemê re bê girtin.
Di civînê de, pirojeqanûna Kompanîya Kurdistanê bo dîtin û behemanîna neftê hat pesind kirin û ew pirojeqanûn, ji bo bê pesind kirin, dê ji parlamentoya Kurdistanê re bê şandinê. Li gor wê pirojeqanûnê Kompanîya Kurdistanê ji bo dîtin û berhemanîna neftê dê kar û pilanên xwe bi awayekî amade bike ku digel siyaseta nefta herêma Kurdistanê minasib be û ev yek jî ji bona zêdetir bisazîkirina sektora nefê li herêma Kurdistanê gavek be.
Kompaniya Kurdistanê ji bo dîtin û berhemanîna neftê bi hevahengî digel wezareta samanên xwezayî û digel konseya karûbarên neft û gazê ya herêma Kurdistanê dê serperiştiya timama warên sektora nef û gazê bikin weke; Îmzakirina kontraktan, deranîn, pêşxistin û berhemanîna neftê û hinrtina wê bo bazarên derveyî herêma Kurdistanê û hemû ew kar û çalakiyên peywendî bi sektora neft û gazê ve heye. Kompaniya navborî di demek diyarkirî de dê bibe kompanîyeke pişkdar ku hemû hevwerlatiyên Kurdistanê bikaribin pişk (hise) di wê kampanîyê de hebe.
Di civînê de pirojeqanûna Sindoqa dahatiniyê neft û gazê li herêma Kurdistanê ku, timama dahatiniyê neft û gaza herêma Kurdistanê diçe wê sindoqê, hat pesind kirin û dê ji parlamentoya Kurdistanê re bê şandin.
Li dor kar û karûbarên wezaret û hevwelatiyan, Qubad Talebanî got ku, eger hemû wezîr û weke pêwîst rojane karê xwe bikin û sitafê wezaretê weke pêwîst karû xwe bikin, hemû karûbarên hevwelatiyan di gelek bi başî birêve biçin. Talebanî got ku, divê hikûmet baştir bê bisazîkirin û hemû sazî aktîvtir bibin daku bi awayekî sîstimatîk karûbarên hevwelatiyan bi hêsanî bên meşandin.
Di vê çarçoveyê de serokwezîrê Kurdistanê got: ”Felsefeya hikûmetê xizmetkirina hevwelatiyan e” û divê wezaret baştir karên xwe birêve bibin.
Li dor pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê jî de, Nêçîrvan Barzanî careke din tekîd kir ku, siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê ewe digel hikûmeta federal bigehe rêkeftinekê û mekanîzmek li Îraqê bê holê ku, êdî careke din şexsek, her posteke hebe bila hebe, nikaribe budce û miaşên karmendên herêma Kurdistanê bi biryareke şexsî qut bike.
Barzanî got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi tu awayî kontrolkirina nefta herêma Kurdistanê teslîmî destê SOMO nake, lê amadeye di warê pirosesa deranîn, firotin û pirsa şefafiyê de bi timamî hevahengiyê digel SOMO de bike: Em deriyê diyalogê digel Bexdayê nagirin û digel Îraqê û Neteweyên Yekgirtî û Amerîkayê berdewam di nava têkeliyan dane û em bihêvîne hatina birêz wezîrê nefta Îraqê bo Hewlêrê ji bo çareserkirina pirsgirêkan rê xweş bike.
Li dor pirsa bazirganîkirina digel DAÎŞê, serokwezîrê herêma Kurdistanê got: Bazirganîkirin digel DAÎŞê bi hemû pîvanan xiyaneta neteweyî ye û hikûmeta herêma Kurdistanê li dijî wan yên bazirganiyê digel DAÎŞ dikin bi rêyên qanşnî mehkeme bike û komîteya taybet ku, ji aliyê hikûmetê ve hatiye pêkanîn, li ser şopandina vê pirsê li ser karên xwe berdewam e.
Civînê biryar de wezîrekê herêmê bo kabîneya heştem ya hikûmeta herêma Kurdistanê zêde bike û ji bo pesindkirinê ji parlamentoyê re bişîne.
