Wezîrê Petrolê yê İraqê li Hewlêrê di civînê de ye
Vê sibê Wezîrê Petrolê yê İraqê Adil Ebdulmehdî gehişte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û niha ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talebanî di civînê de ye.
Di vê derbarê de çavkaniyekê ji ragehandina Civata Wezîrên Kurdistanê ji BasNewsê re got: ‘’Di civîna yekem de gotûbêj li ser naveroka projeya Wezîrê Petrolê tê kirin û piştre civînek ligel Serokê Herêma Kurdistanê jî tê kirin.’‘
Herwiha biryar e Wezîrê Petrolê yê İraqê Adil Ebdulmehdî ligel Encûmena Bilind a Petrol û Gazê ya Kurdistanê dicive.
Basnews
