• Monday, 16 February 2026
logo

Pêşmerge û YPGê rê li ser DAIŞê qut kirin

Gulan Media November 13, 2014 Nûçe
Pêşmerge û YPGê rê li ser DAIŞê qut kirin
Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge êriş kirin ser başûrê rojhilatê Kobanî û rêya sereke ya gihîştina alîkariyan li ser çekdarên DAIŞê qut kirin.

Li çavkaniyên nava Kobanî, şervanên YPGê bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge karîn rêya sereke li taxa Kaniya Kurdan a bajarê Kobanî bixin destê xwe, ku di wê riyê re alîkarî û piştevanî ji çekdarên DAIŞê re dihatin nav Kobanî.

Di wê operasyona ku şervanên YPGê pêk anîne û Hêzên Pêşmerge bi lêdana topan piştevaniya wan kirine, hejmareke otomobîlên DAIŞê hatine têk birin û 16 çekdarên wan kuştine û piştre destê xwe danîne ser rêya sereke ya gihîştina alîkariyan bo DAIŞê.

Çekdarên DAIŞê berê bi rêya parêzgeha Reqayê çek û alîkarî û piştevanî ji çekdarên li Kobanî re dişand.

Rudaw
Top