Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serok Komarê Iraqê kir
Li hevdîtinê de rewşa û siyasiya Iraq û navçeyê û êrîşa tîrorîstan û serkeftinên vê dawiyê ya hêzên Pêşmerge li bereyên şerê dijî terorîstên Da'îş hate nirxandin.
Her li vê hevdîtinê de proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêm û Bexda hate guftûgokirin û tekez li wê yekê kirin ku ji bo serxistina proseya siyasî pêwîste hemû aliyek pabendî destûr û rêkkeftina di navbera aliyên siyasiyan bin.
Li vê kombûnê da her dû alî li ser ewe hevrebûn ku serkeftina proseya siyasiya Iraqê yarmetîdere ji bo wê yekê ku terorîstên Da'îş zûtir bêne têkşikandin.
