• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Hikûmeta Macarîstanê kir

Gulan Media November 12, 2014 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Hikûmeta Macarîstanê kir
Îro çarşem 12.11.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Hikûmeta Macarîstanê(Hengarya) kir ku ji Stêvan Mîkola Wezîrê Dewlet yê Karubarê Derve û Tamas Varga Wezîrê Dewlet yê Karubarê Bergirî û Tîbor Satmarî Balyozê Macarîstanê li Iraqa Federal û hejmarek şêwirmendên siyasî û aboriya Hikûmeta Macarîstanê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kirin û geşbîniya xwe jî beranber bi paşaroja Herêma Kurdistanê nîşandan û pêşketinên Herêma Kurdistanê yên li warê aborî û binyatnanê de bilind nirxandin. Her wiha ji bilî balkişandina li ser ruhê xweragiriya gelê Kurd behsa wê yekê kirin ku gelê Kurdistanê û gelê Macarîstanê li xweragirî û rûbirûbûna dagîrkaran da dîrokekî heman awayî heye. Şanda mîhvan gumana xwe jî ji rewşa koçberên ji pêkhatên olî û neteweyiyên Iraqê ragihand û destxweşiyê li Herêma Kurdistanê kirin ku bûne penageheke koçberan û pêkhatên olî û neteweyiyên Iraqê diparêzin.

Şanda mîhvan silavên Serok Wezîrê welatê xwe bi Serok Barzanî gihandin û balkişandin li ser wê yekê ku serdana berê yê Serok Barzanî ya ji bo Macarîstanê û hevdîtina wan ya li gel Serok Wezîrê Macarîstanê bingehekî bi hêz ji bo peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Macarîstanê damezrand. Şanda bilinda Hikûmeta Macarîstanê tekez jî li wê yekê kir ku hevkarîkirina hêzên Pêşmerge û vekirina Konsolxaneyek li bajarê Hewlêrê û kar û çalakiyên kompanyayên Macarîstanê li Herêma Kurdistanê nîşana eweye ku Herêma Kurdistanê ji bo Macarîstanê cîheke gelek girînge û hêviya ewe jî xwestin ku yadaştekî hevdû têgihîştinê li navbera her dû aliyan de bê mohr kirin.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasiya Serok Wezîrê Macarîstanê kir û her wiha spas û pêzanînên xwe ji bo wan hevkariyên serbazî ragihand ku ji aliyê Macarîstanê ve pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine.

Di derbarê şerê terorîstan û rewşa meydanî de Serok Barzanî wê yekê ji bo şanda mîhvan behs kir ku gelê Kurdistanê her ji Kobanê heta Xaneqînê rûbirûyê rêxistineke terorîstî ya tirsnak bûye ku îmkaniyat û çekên dû dewletan ketiye destên wan. Lê belê hêzên Pêşmerge her zû hevkêşeyê li berjewendiya Kurdistanê de guherand û rê li pêşrewiya terorîstan girt û kete helwesta êrîşbirinê û niha Pêşmerge li qonaxa dawî ya êrîşbirin û têkşikandina terorîstên Da'îş û derxistina wan ya ji axa Kurdistanê de ye. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku terorîst tehdîdeke cîhanîne ji bo hemû gel û welatek ji bo wê yekê ji navbirina wan hewla hemû aliyekî pêwîste. Her wiha nabê tu penagehek li tu cîhekî ji bo terorîstan bimîne û li ruyê siyasî û aborî û fikrî ve jî pêwîste rûbirûyê terorîstan bibin.

Her li vê kombûnê da asta çalakiya kompanyayên Macarîstanê û pêşxistina peywendiyên di navbera her dû aliyan hate nirxandin û Serok Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo berfirehtir kirina peywendiyên di navbera Macarîstan û Herêma Kurdistanê de nîşanda.

Hêjayî gotinêye ku li vê kombûnê da Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bûn.
Top