• Monday, 16 February 2026
logo

Hikûmeta û HDP: Pêvajoya çareseriyê dê bidome

Gulan Media November 12, 2014 Nûçe
Hikûmeta û HDP: Pêvajoya çareseriyê dê bidome
Duhî bin rêvebiriya serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu civîna “Encûmana Pûvajoya Çareseriyê” hat lidarxistin û paşê jî endamên encûmanê li gel Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a pêvajoya çareseriyê hevdîtin pêkanîn. Biryara “ pêvajo bidome” hat dayîn.

Piştî polemîkên di navbera Hikûmeta Tirkiyeyê û rayedarên KCK û HDPê de, bi rêvebiriya Davutoglu civîna pêvajoyê hat pêkanîn.

Di civîna ku 5 saetan berdewam kirî de Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç, Yalçin Akdogan û Ali Babacan, Wezîrê Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Parastinê Ismet Yilmaz, Rawejêrê MITa Tirkiyeyê Hakan Fidan, Rawejêrê Serokwezaretê Kemal Madenoglu, Rawejêrê Wezareta Derve Feridun Sinirlioglu, Şêwirmendê Serokwezîr Hatem Ete û Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Mahir Unal amade bûn.

Şanda HDPê ya pêvajoya aşitî û çareseriyê ku ji Cîgirên Serokê Koma HDPê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureya Onder pêk tê, derbara pêvajoya aşitî û geşedanên dawî civîneke çapemeniyê li Parlamentoya Tirkiyê li dar xistin.

Pervîn Buldan diyar kir ku, astengkirina çûna şanda HDPê ji bo Îmraliyê birêvebirina pêvajoyê dereng dixe, eger hikûmet bi pêvajoya aşitiyê ve rast girêdayî ye, pêwîst e dest bi danûstandinên pêvajoya aşitiyê bike.

Sirri Sureya Onder jî got, pêvajoya aşitî ji cihê ku rawestiyaye dîsa dest pê dike û berdewam dike û di van rojên nêzîk de ewê biçin Îmraliyê.

Onder anî ziman ku, şanda HDPê dê wek xwe bimîne, hikûmet nikare endamên şandeya wan destnîşan bike, tenê rêberê PKKê Abdula Ocalan ew xwediyê wê desthilatê ye.

Parlamenterê HDPê yê Çewlikê Îdris Baluken jî eşkere kir ku, Hikûmeta Tirkiyê ti nexşerê radestî wan nekiriye, tenê rûpeleke reşnivîsê dabûn wan.

Rudaw
Top