• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî û Serokê Parlemena Kurdistanê civiyan

Gulan Media November 12, 2014 Nûçe
Serok Barzanî û Serokê Parlemena Kurdistanê civiyan
Îro çarşem 12.11.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Dr. Yusif Mihemed Serokê Parlemena Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de ku Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amade bû, rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da'îş û serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê xistin ber behs û tekez li ser palpiştîkirina hêzên Pêşmerge kirin. Her li vê hevdîtinê de hengavên karkirina ji bo bi jenosayd nasandina êrîşên terorîstên Da'îş yên li ser Şengalê hate nirxandin û bi pêwîstî jî hate zanîn ku ragihandinên Kurdî bi hesta berpirsiyarêtiyê ve muamele li gel rewşa bereyên şer û piştevanîkirina hêzên Pêşmerge bikin û bi hestekî neteweyî û nîştîmanî ve doza jinên revandiyên Şengalê bixin rû.

Li beşekî dinê civîna di navbera Serok Barzanî û Serokê Parlemena Kurdistanê de behsa hemahengiya zêdetirê di navbera damezrawên siyadiyên Herêma Kurdistanê kirin û tîşk jî xistin li ser reşnûsa projeya destûra Herêma Kurdistanê û çawayiya muamelekirina li gel vê projeyê li qonaxa niha û paşarojê.

Her li vê kombûnê da di derbarê Kongreya Neteweyî û çawayiya karkirina di derbarê sazdan û serxistina Kongreya Neteweyî de danustandina bîr û ramanan kirin.

Top