Li Başîqe Pêşmergeyan derbeyên dijwar li DAIŞ`ê dan
Fermandeyê Lîwaya 7 a Piyade ya Soran li eniya nehiya Başîqe General Behram Yasîn ji BasNewsê re got: ‘‘Doh çekdarên DAIŞ`ê li sînorê nehya Başîqe ketin tevgerê û Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi dijwarî pêgehên wan topbaran kirin. Di encam de 7 çekdarên DAIŞ`ê hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.’‘
General Behram wiha axifî: ‘‘Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi Doçke teqe li pêgehên DAIŞ`ê kirin û di encam de emîrekî bi navê Ebû Ayişe bi dijwarî birînda bû, piştre çekdaran ew rakirin nexweşxaneya bajarê Mûsilê.’‘
Hêjayî gotinê ye, çekdarên DAIŞ`ê ji destpêka Tebaxa borî ve êrîşî ser nehya Başîqe dikin û hewil didin dagîr bikin, lê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê rûbirûyê wan dibin û derbeyên dijwar li çekdarên DAİŞ’ê didin.
Basnews
