• Monday, 16 February 2026
logo

Zêbarî: Bexda însiyatîveke nû dide Herêma Kurdistanê

Gulan Media November 12, 2014 Nûçe
Zêbarî: Bexda însiyatîveke nû dide Herêma Kurdistanê
Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Iraqê Hoşyar Zêbarî ragihand ku, Hikûmeta Bexdayê însiyatîveke nû derbarê şandina mûçeyên fermanberan pêşkêşî Herêma Kurdistanê dike.

Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Iraqê Hoşyar Zêbarî ku ligel Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm bi serdaneke fermî li Erebistana Siûdî ye, derbarê nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ji Rûdawê re ragihand: “Iraq di qeyraneke darayî de ye.”

Hoşyar Zêbarî wiha got: “Wezîrê Petrolê yê Hikûmeta Iraqê Adil Ebdulmihdî sibe serdana Hewlêrê dike û însiyatîveke nû derbarê şandina mûçeyên fermanberan pêşkêşî Herêma Kurdistanê dike.”

Zêbarî di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bo çereserkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ligel Bexdayê li ser xetê ye.”

Tê zanîn ku di navbera Hewlêr û Hikûmeta Bexdayê de nakokî li ser çend pirsên girîng heye, ji wan pirsan jî, pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê Iraqê û mûçeyê fermanberên Kurdistanê ku ji destpêka vê salê ve Bexda neşandine. Herwiha pirsa Petrol û Pêşmerge jî.

Rudaw
Top