• Monday, 16 February 2026
logo

Kosulxaneya Ermenistanê jî li Başûrê Kurdistanê tê vekirin

Gulan Media November 12, 2014 Nûçe
Kosulxaneya Ermenistanê jî li Başûrê Kurdistanê tê vekirin
Hikûmeta Iraqê razêbûye ku Konsulxaneya Ermenistanê li bajarê Hewlêrê bê vekirin. Lê tenê divê civê wê li hersê parêzgehên Herêma Kurdistanê be.

Nivîsingeha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di belavokekê de ragihand: “Hikûmeta Iraqê li ser daxwaza Wezareta Derve ya Iraqê û li gorî madeya 26 ji qanuna xizmeta derve, razî bû li ser vekirina Konsulxaneya Ermenistanê li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê.”

Di belavoka nivîsingeha Ebadî de hatiye ku, “Cihê konsulxaneyê tenê li hersê parêzgehên Herêma Kurdistanê, Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê.”

Rudaw
Top