• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî serdana Monumenta Şehîdên Sêwsînan kir

Gulan Media November 12, 2014 Nûçe
Serok Barzanî serdana Monumenta Şehîdên Sêwsînan kir
Êvariya Duh sêşem 11/11/2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li rêya vegerana li mîhwera Germiyan - Xaneqînê de serdana Monumenta Şehîdên gundê Sêwsînan ya li navçeya Qeredax kir û ji aliyê runiştvanên gund ve hate pêşwazî kirin.

Her li vê serdanê da Serok Barzanî li goristana Şehîdên Sêwsînan amade bû û ji bo rêzgirtina li giyanê pakê van şehîdan sûreta Fatîha xwend.

Gundê Sêwsînan li êrîşa Enfalê ya li sala 1988 da ji aliyê rejîma dîktatorê berê yê Iraqê ve hatibû kîmyabaran kirin û bi vê sedemê 68 hemwelatiyên Kurd yên runiştvanên vê gundê şehîd bûn.
Top