• Monday, 16 February 2026
logo

ENKSê hêzeke leşkerî derbasî Kobanî dike

Gulan Media November 11, 2014 Nûçe
ENKSê hêzeke leşkerî derbasî Kobanî dike
Komîteyek ji Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbasî Kobanî bûye û dê derbaskirina hêzeke leşkerî bo Kobanî ligel hêzên kurdî li wir gotûbêj bike.

Peyamnêrê Rûdawê li nêzîk sînorê Kobanî Imer Kalo ragihand: “ENKSê komîteyek pêk aniye û ew komîte şevê din derbasî bajarê Kobanî bûye da ku derbasûna hêzeke leşkerî bo wî bajêrî ligel hêzên kurdî li wir gotûbêj bike.”

Imer Kalo wiha domand: “Niha 200 şervanên ENKSê amade ne ku derbasî Kobanî bibin û ligel Hêzên Pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şerê DAIŞê bikin, lê niha çaverêya encamên gotûbêjên wê komîteya ENKSê dikin.”

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku, “Ew komîteya ku hatiya pêk anîn dê serperiştiya wê hêzê bike û amade ne ku hejmara wan zêdetir jî bikin.”

Peyamnêrê Rûdawê red kir ku ew hêz, Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bin yên ku li Başûr tên perwerde kirin û wiha got: “Ew hêz ji xort û alîgirên partiyên ENKSê ên li Bakurê Kurdistanê pêk tê û ew ne Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ne.”

Çavkaniyeke taybet ku nexwest navê wî bê aşkerekirin ji Rûdawê re ragihand ku Komîteya Hemahengî û Pêwendiyan di warê leşkerî de ku ji her yek ji Mistefa Henîfî, Mislim Mihemed û Weys Şêxê pêk tê li Kobanê ye da ku ligel fermandariya leşkerî ya YPGê bicivin.

Rudaw
Top