Sekreterê PSDK: Bexda nikare behsa Kerkûkê bike
Derbarê rewşa ewlekariyê ya Kerkûkê û egera pêkanîna grûbên milîşiya li wê bajarî, Mihemed Hacî Mehmûd ji BasNewsê re got: ‘’Hêza Pêşmerge hêza parastina hemû pêkhateyên Kerkûkê ye û mal û milkên hevwelatiyên navçeyê diparêzin, nêzîka 100 gundên Ereb li Xurmatû hene û heta bi gund û naçeyên din jî niha Pêşmerge wan diparêzin, çi Turkmenên Şîe yan Sune bin li vê navçeyê dîsan Pêşmerge wan diparêzin, loma Pêşmerge hêza parastina hemû pêkhateyên navçeyê ye, her hêzeke din li derveyê Pêşmerge were pêkanîn dibe sedema derketina pirsgirêkan bo hemû aliyan û eger heye valahiyek jî çêbibe bo têkdana ewlekariya deverê.’‘
Derheqa destpêkirina şerê grûbên Sune û Şîeyan li navçeyê jî, Mihemed Hacî Mehmûd wiha axifî: ‘’Her navçeyek taybetmendiya wê heye, wek mînak ji Kerkûkê derdikevî heta bi Daqûq, Taze, Duzxurmatû û Qere Tepe, pêkhateyên cuda li vê navçeyê hene, Şîe û Suneyên Turkmen lê hene, Erebên Şîe û Erebên Sune jî, evna ji qedîm ve dema rejîma Baasê desthilat bû, Turkmenên Sune Turkmenên Şîe asîmle kirine, yan Suneyên Ereb Şîeyên Ereb asîmle kirine, piştî ruxandina rejîmê jî dibe ku Turkmenên Şîe hinek tişt li beramber Turkmenên Sune kiribin, vêna jî wiha kir ku Sune êrîşî gundê Beşîr bikin ku Turkmenên Şîe lê dijîn, evna yek ji wan pirsgirêkan e ku berdewam heye. Hêzên çekdar ên cuda li navçeyê hene û hinek ji wan hêzan li navçeyê şerê bi wekalet dikin, wate şer ne ji bo xwe dikin.’‘
Derbarê alîkariyên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo bajarê Kerkûkê jî, Mihemed Hacî Mehmûd got: ‘’Serokê Herêma Kurdistanê berî hemû navçeyên din serdana Kerkûkê kir û piştîvaniya serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta herêmê bo Kerkûkê dubare kir.’‘
Li ser meseleya gelo Bexda dikare Kerkûkê bigire, Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd wiha axifî: ‘’Navçe bûye sê beş, ji Mûsilê heta digihe Tikrît, Rûmadî, Celewla, Sadiye û Diyale desthilata DAİŞ’ê li wan cihan heye, loma hikûmeta İraqê berî ku li Kerkûkê bifikire bila biçe wan navçeyan ji DAİŞ’ê paqij bike, wê demê jî em dê axftina xwe bikin, herwiha Bexda nikare behsa Kerkûkê bike.’‘
Basnews
