• Monday, 16 February 2026
logo

Gulpî: Şaşiyên mixalefeta Sûryê wiha kir PYD ji wan dûrbikeve

Gulan Media November 11, 2014 Nûçe
Gulpî: Şaşiyên mixalefeta Sûryê wiha kir PYD ji wan dûrbikeve
Serokê berê yê Partiya Çareseiya Demokratîk a Kurdistanê Fayeq Gulpî di hevpeyvîneke taybet de ligel heftenameya Bas, nêzîkbûna Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji Amerîka û hevpeymanan wek bijaredeyek baş da zanîn û dibîne ku niha dema girêdana kongreyê neteweyî ye.

Bas: Rêkeftina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê tu çawa dibîne?

Fayeq Gulpî: Eger hest bi berpirsiyariya neteweyî bikin û wê yekê bizanin ku derfeteke baş hatiye pêş ji bo pirsa Kurd li Rojhilata Navîn, bi awayekî ku berjewendiya gelê xwe li ser hemû tiştekî re bibînin, bêguman tiştê ku bûye tiştekî mezin.

Bas: Ti gumana te li ser aliyên rêkeftinê heye, ku pêgirî rêkeftinê nebin?

Fayeq Gulpî: Babetek heye ku jê re dibêjin beşê gerentiyê, ew gefên ku li ser destkeftên Kurdan li Başûr û Rojava hene, pêwîst dike li ser hemûyan ku rêbikevin, ew dostayetiya ku ji mere drûst bûye ligel hevpeymanan û rojava, ew li gelê Kurdistanê wek yek netew dinêrin, ne aliyekî diyarkirî, ew dixwazin danûstandinê ligel tevaya Kurdan bikin, wate naxawazin ligel vê partiyê yan wê partiyê rêbikevin, ji ber vê yekê ti bijardeyeke din ji bilî pêgiriyê li pêş wan nîne.

Bas: Berê wiha temaşyî desthilata Rojavayê Kurdistanê PYD dihat kirin ku, ji Beşar Esed û mihwerê Çîn û Îranê nêzîke, lê niha derdikeve ku ew di çarçoveya hevpeymaniya bi serokatiya Amerîke de ne, tu çawa vê yekê dinirxîne?

Fayeq Gulpî: Destpêkê PYD û Rojava di nav mixalefeta Sûriyê de bûn, lê helwesta mixalefetên xirab bû, lewma PYD hat û arasteyek ji xwe re pêkanî, di baweriya min de ne ligel mixalefetê bûn û ne jî ligel Beşar Esed, dibe ku peywedniyên wê yên dîplomasî ligel her du aliyan hebe, lewma niha guhertinek di siyaseta navdewletî de heye bi arasteyê dostatiya meseleya Kurdî, dema ku ew guhertin hebe, pêwîste em bizanin ji ku dê ye, eger Rûsya û Çîn ji bo mafên gelê Kurd amade bin, bila em piştgiriya wan bikin, lê niha Amerîka û hevpeymanên xwe piştgiriya Başûr û Rojavayê kurdistanê dikin, lewma pêwîste em hemû piştgirê wî aliyî bin ku piştgiriya Kurdan dike û hewla çaerserkirina arîşeyên wî dide.

Bas: Tu heta çi arasteyekê ligel wê nêrînê ye ku dibêje, rêkeftina aliyên Rojavayê Kurdistanê rêkeftina PDK û PKKê ye jî?

Fayeq Gulpî: Ew rêkeftin di vê demê de ne tenê di navbera TEV–DEM û ENKSê de ye, lê belê nêzîkbûna PDK û PKKê ji aliyekî û YNK û PKKê ji aliyek din ve ye, herwiha nermî jî heye di siyaseta Tirkiye de, herwiha hevpeyman jî ku berê dostên Başûrê Kurdistanê bûn, niha dostên Rojavayê Kpurdistanê ne û hewil didin ku dostên Bakurê Kurdistanê jî bin, lewma derdikeve ku prose giştgîre û ne di navbera du aliyan de ye, belkî beşek ji haşkirina tevaya gelê Kurd û beşeke ji vekirina cîhanê li ser maf û doza rewa ya gelê me.

Bas: Hûn geşbînin ku nêzîkbûna wan aliyan dê bibe alîkar ji bo Kongreya Neteweyî yê Kurd?

Fayeq Gulpî: Gelê Kurd li Başûr, Bakurê û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê siyasî û leşkerî ve niha rêxitî ne, DAIŞ bûye sedema rêxistina hemû aliyên Kurdistanê da alîkariya hev bikin, ev yekgirtin û rêxistin jî pêwîste bikeve çarçoveyekê, ku ew jî bi rêya Kongreya Neteweyî tê kirin ku niha ti hêzek nîne ku rêgiriyê li yekrêzî û Kongreyê Neteweyî yê Kurd bike, lewma dema wê yekê hatiye ku aliyên siyasî li ser Kongreyê Neteweyî yê Kurd bicvin û biryar bidin.

Bas: Hûn axeftinên Mesrûr Barzanî li Parlementiya Ewropa derbarê PKK de çawa dibînin?

Fayeq Gulpî: Kesatiya Mesrûr Barzanî bi xwe yek ji wan kesane ku li cem Tirkiye bi alîkarîkirina PKK tohmetbare, di sala 2007an de çend kes ji aliyê Tirkiye ve hatibûn xwestin, Mesrûr Brazanî, Mehmûd Osman, Qadir Ezîz û ez bûm, ku digotin ew komek kesin alîkariya PKK kirine, lê hin berpirs di nava PDK de hene ku bi awayekî xirab behsa Tirkiye kirine, lê min ne bihîstiye ku berê jî Mesrûr Barzanî gotibe ku PKK terorîste, lê hin berpirsên din ên PDK ew yek digotin, lewma axeftina Mesrûr Barzanî di Parlementoya ewropa de çaverêkirî bû.

Bas: Dibêjin ku çûna Pêşmerge bo Kobanê dawî bi rêkeftina Saykis–Bîko anî, hûn ligel vê nêrînê ne?

Fayeq Gulpî: Berî hemû tiştekê ew nîşana yekîtiya neteweyî ye, diyare hin senaryo hene ku di medyayê de nayên dîtin, lê niha tê şîrovekirin ku itiraf bi wan sînorên drustkirî nadin ku berê hebûn, wa Pêşmerge ji Iraqê çûn Tirkiye û ji wê de çûn Sûriyê, wate 3 sînor derbaskirin, wate ev gaveke ji bo hilweşandina wê rêkeftina ku Brîtanya û Fransa îmze kiribûn, lê diyare ku ew nerazîne ji siyseta xwe ya berî 100 salî, bi taybetî ku niha Amerîka serokatiya cîhanê û hevpeymanan dike, ew wiha derdikeve ku Amerîka dixwaze Rojhilata Navîn bo awayek din rêbixe.

Bas: Heta çi astekê egera wê yekê çaverê ye ku Başûr û Rojava hev bigrin, çi bi sîstemek federalîzim yan awayekî din be?

Fayeq Gulpî: Niha peywendiyeke baş ya leşkerî û siyasî û aborî û rûhî jî heye, dibe ku ew yek bi awayekî baştir di Kongreya Neteweyî de were behiskirin, ew jî dê bibe tiştekî yekcar girîng, ji ber ku wê demê bi rêya Dihok, Qamişlo, Kobanê û Efrînê re emê bighin Derya Spî, ew jî deriyeke gelekî girîng dide Başûr û Rojavayê Kurdistanê û dê bandoreke wê baş ji hemû aliyan ve hebe.

Bas: Hûn çawa rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di bûyerên vê dawiyê de dinirxînin?

Fayeq Gulpî: Ji xwe yek ji arîşeyên serekî yên tevaya Kurdistanê arîşeya partiyan e, ku babetên partîtî li ser karên neteweyî re bûn, xwezî ku Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve bihata hilbijardin, wê demê dest ji partiya xwe berdida, heta wê demê ku wek Serokê Kurdistanê bûba, mixabin ku serokê herêm karekî baş dike, hinek berpirsên PDKê vê yekê dixin destkefteke partî, ku şaşiyek jî çêdibe, aliyên din dest bi rexneyê li PDK dikin, ew jî siyaseteke gelekî şaşe ku li Başûrê Kurdistanê heye, rastî ewe ku pişta xwe bi temamî bidin vê siyasetê, dema xwe jî her şaşiyek ji serokatiya herêm derketibe min rexne lê girtiye, lê piştî şerê DAIŞ bi taybetî di şerê Mexmûrê de, komek birayr hatin dayîn ku ez bi baş dizanm, ji wan serdana gerîleyên PKK, biryarên parlementoyê derbarê Pêşmerge de, her du biryarên parlementoyê bi venasîna kantonan û şandina Pêşmergeyan bo Kobanê, navbênkariya rêkeftina her du aliyên Rojava, hevahengî ligel aliyên navdewletî, ew hemû tiştên başin, ligel wê yekê jî ez naxwazim bêjim ku ew destkefta serokê herêm û PDK ye, lê belê destkefta tevaya xelkên Kurdistanê ye.

Basnews
Top