• Monday, 16 February 2026
logo

DAIŞê navbera Rojava û Başûrê Kurdistane kir hedef

Gulan Media November 11, 2014 Nûçe
DAIŞê navbera Rojava û Başûrê Kurdistane kir hedef
Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) hêzên piştevanî şand sînorê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê.


Balafirên şerî yên hevpeymana navneteweyî duhî şev êrişên asmanî li gundê Kebiye yê girêdayî Hesekê li dijî DAIŞê û bîrên petrolê yên derdora wî gundî pêk anîn.


Encumena Şoreşa Giştî ya Sûriyê (SRGC) ragihand ku balafirên şerî li Hesekê derdora gundê Kebiyeyê birên petrolê yên bin kontrola DAIŞê bombebaran kirine.


Herwiha hat zanin ku li gundên bakurê nahiya Til Koçerê ya li ser sînore Başûrê Kurdistanê di navbera hêzên kurd û endamên DAIŞê de pevçûn hene.


Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku DAIŞê hin hêzên xwe yên ku li navçeya Serekaniye ya girêdayî parezgeha Hesekê ji bo kontrolkirina deriyê sînorê Til Koçerê şandine herêmê.


Saziya ku lêkolîna enerjiyê dike ya ku navenda wê li Amerîka ya sebixwe IHSê ragihand ku bîrên petrola yên rojane rêjeya wê digihî 350 hezar bermîlan di bin kontrola DAIŞê de ne.


DAIŞê rojê nêzîkê 2 milyon dolaran ji dahatên petrolê bi dest dixe.

Rudaw
Top