• Monday, 16 February 2026
logo

Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge li Xaneqînê kir

Gulan Media November 11, 2014 Nûçe
Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge li Xaneqînê kir
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge li eniya Germesêrê ya bajerokê Xaniqînê kir.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand: “Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihîşt bajerokê Xaniqînê û serdana Hêzên Pêşmerge li eniya Germesêr ya Xaniqînê kir.”

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku, “Barzanî li Xaneqînê ligel Fermandarên Hêzên Pêşmerge li wê eniyê civiya. Herwiha Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir ligel Barzanî di vê serdanê de ye.”

Roja 6ê Mijdarê jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge li herdu eniyên Giwêr û Mexmûrê kir û di wê serdanê de tekez kir ku, şikestina DAIŞê nêzîk bûye.

Rudaw
Top