• Monday, 16 February 2026
logo

Kerkûk: Hikûmeta İraqê grûbên milîşiya pêk tîne

Gulan Media November 11, 2014 Nûçe
Kerkûk: Hikûmeta İraqê grûbên milîşiya pêk tîne
Çend hêzên nav bajarê Kerkûkê daxwaza vekirina fewcekî leşkerî dikin û dibêjin ku ji bo xwe biparêzin alîkariya leşkerî werdigirin. Herwiha daxwaz ji Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm tê kirin ku nehêle grûbên milîşiya li nav bajêr bigerin an jî bên pêkanîn.

Serokê Cepheya Turkmenî ya İraqê Erşed Salihî îro ragehand ku eger hikûmeta İraqê çekan nede wan dê daxwaza çekan ji Amerîkayê bikin. Salihî berî niha jî gotibû ku eger hikûmeta İraqê çekan neda wan dê li deriyê Tirkiyê bidin û çekan ji wî welatî bixwazin.

Li gor agahiyên BasNewsê, hikûmeta İraqê dixwaze bi heman awayê parêzgeha Diyale çend hêzan pêk bîne û heta niha çend hizib û grûbên derveyê navenda bajarê Kerkûkê jî li ser vê mijarê amdebûna xwe pêşan dane û biryar e Wezîrê Berevaniyê yê İraqê jî serdana bajarê Kerkûkê bike.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, piraniya partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê daxwaz ji Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm kirine ku nehêle hîç hêzek li wî bajarî were çekdar kirin, ji ber rasterast Parêzgarê Kerkûkê Serokê Lijneya Ewlekariyê ya bajêr e di demekê de ku berî du mehan milîşiyayên Şîe li Kerkûkê wek xwederxitinekê li bajêr tadbîkateke leşkerî kiribûn.

Metirsiya wê yekê jî heye ku milîşiyayên Şîe li Kerkûkê ji aliyê hikûmeta İraqê ve werin çekdar kirin. Di vê derbarê de Sekreterê Partiya Turkmenên Kerkûkê Cemal Şan ji BasNewsê re got: ‘’Me daxwaz kiriye ku fewcekî leşkerî ji bo me were vekirin, vêca fewc ser bi hikûmeta İraqê be yan jî ser bi Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê. Eger ser bi Wezareta Pêşmerge be bo me baştir e.’‘

Derbarê heman mijarê de Berpirsê Liqa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya Kerkûkê Mihemed Kemal ji BasNewsê re wiha axifî: ‘’Pêkanîna her hêzeke milîşiya li Kerkûkê pirsgirêkeke mezin bo bajêr û di heman demê de bo Bexdayê jî çêdike. Bila Bexda li pirçekkirina Pêşmergeyan bifikire ku ser bi Wezareta Berevanî ya İraqê ye, ne pêkanîna hêzên milîşiya ku ji bo hemû aliyan dibe pirsgirêk. Herwiha em daxwazê ji her Kurdekî bajêr dikin ku ji vê planê dûrbikevin.’‘

Basnews
Top