Li dijî Ocalan û Erdogan daxwaza vekirina dozê hat kirin
Serokê Sendîkaya Dadgeran a Tirkiyeyê Omer Farûk Emînagaoglu îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û bi hêceta “yekitî û yekperçebûna dewlet û welêt xirab kirine” li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu û Şêwirmendê MÎTê Hakan Fîdan her wiha hemû wezîrên hikûmeta AK Partiyê û rêveberên HDPê doz vekir.
Li gorî nûçeya Cîhanê, di doznameya Emînagaoglu de her wiha hatiye gotin ku kesên navbirî jibilî xirabkirina yekitî û yekperçebûna dewlet û welêt, rêxistinên çekdarî birêve birine û zarok ji azadiyên wan mehrûm kirine.
Li gorî Serokê Sendîkaya Dadgeran a Tirkiyeyê, her çiqas Ocalan di girtîgehê de ye lê heta niha jî bandora wî li ser PKKê heye û ew PKKê dide meşandin û birêvebirin.
Rudaw
