Du bankên mezin ên cîhanê razî bûne deyn bidin Kurdistanê
Hikûmeta Bexdayê bi hêceta ku Hewlêr petrolê bi serê xwe difroşe, ji meha Adara îsal ve mûçe û bûdceya Başûrê Kurdistanê qut kiriye, ev jî bûye sedema çêbûna kirîza darayî.
Hewlên hikûmeta Kurdistanê ji bo nehîştina kirîzê didomin. Yek ji wan çareyan standina deyn ji bankên cîhanî ye.
Li ser vê mijarê jêderekî nêzîkî Serokwezîr Barzanî ji Rûdawê re got, hikûmet dê 5 milyar dolar deyn ji du bankên cîhanî bistîne.
Wê jêderî da zanîn ku ew pere ji bo dayîna mûçe nayê xerckirin lê dê ji bo pêşxistina jêrxana aborî û temamkirina projeyên ku nîvco mane, were terxankirin.
Li gorî agahiyên wî jêderî, banka almanî ya bi navê Deutsche Bank û banka amerîkî ya bi navê Goldman Sachs (GS) razî bûne deyn bidin Başûrê Kurdistanê.
Wî jêderî her wiha got ku ji bo ku hikûmet bikaribe deyn bistîne divê Parlamentoya Kurdistanê pesend bike.
Tê gotin, sermiyana Deusche Bankê zêdetirî 2 tirîlyon dolar e û salane 50 milyar dolar jî qezenc dike, sermiyana GS Bankê jî 828 milyar dolar e û qezenca wê ya salane jî 28 milyar dolar e.
Rudaw
