• Monday, 16 February 2026
logo

Parlamenterê Sine: Rûhanî kurd piştguh xistiye

Gulan Media November 10, 2014 Nûçe
Parlamenterê Sine: Rûhanî kurd piştguh xistiye
Nûnerê bajarên Sine, Kamyaran û Dîwandere yên Rojhilatê Kurdistanê li Parlamentoya Îranê, Seyîd Ehsen Elewî bi tundî hikûmeta Îranê rexne kir û got, hikûmetê parêzgeha Sine piştguh xistiye. Elewî anî ziman ku bûdceya ku ji bo parêzgeha Sine hatiye terxankirin têra çêkirina rêyên parêzgehê jî nake!

Parlamenterê kurd û nûnerê bajarên Sine, Kamyaran û Dîwandere li Parlamentoya Îranê, Seyîd Ehsen Elewî di hevpeyvînekê de digel malpera mehrnewsê ya îranî, rexneyên tûj li Serokomar Hesen Rûhanî kir û got, Rûhanî di dema hilbijartinên serokomartiyê de gellek soz dabû Kurdan lê ev zêdetirî salekî ye hikûmeta wî hatiye avakirin heta niha tiştek ji parêzgeha Sine re nekiriye.

Seyîd Ehsen Elewî anî ziman ku rêjeya dengên ku Kurdan dabûn Rûhanî zêdetirî %70 bû lê mixabin Rûhanî ti sozek ji wan sozên ku dabû gel, bicîh nehaniye û wiha got: “Heta di hinek waran de rewşa parêzgehê ji ber xirabtir bûye.”

Wî parlamenterê kurd diyar kir ku heta niha zêdetirî 100 carî xwestine bi Rûhanî re rûnên û behsa arîşe û pirsgirêkên xwe jê re bikin lê heta niha ne karîne wî bibînin ne jî alîkarên wî.

Nûnerê Sine, Kamyaran û Dîwandereyê eşkere kir ku hikûmetê ji bo îsal tenê 600 milyar tûmen ( nêzîkî 200 milyon dolar) terxan kiriye lê ev bûdce heta têra çêkirina rêyên parêzgehê jî nake!

Rudaw
Top