Hevsengiyên şer li Kobanê bi sûda Kurde
Ev 8 roje hêzên pêşmerge yên Kurdistanê li Kobanê ne û li gel şervanên YPGê li dijî terorîstên DIŞIê şer dikin.
Çûyîna hêzên pêşmerge bo Kobanê bûye sedema vê yekê ku hêzên Kurdî bikaribên derbên dijwar li terorîstan bidin û wan rastî şikesteke mezin bikin.
Niha di encama şer û pevçûnên heyî yên li Kobanê de hêzên Kurdî karîne serkeftinên gelek mezin li hember terorîstan bidest bixin û hevsengiyên eniyên şer jî bi sûda hêzên Kurdî hatine guhertin û tê payîn di nava çend rojên din de Kobanê bi awayekî giştî ji terorîstên DIŞIê were paqêjkirin.
