“Dostên Sûriyê” li Londonê dicivin
Biryare îro, 10ê Mijdarê, grûpa Dostên Sûriyê li Londinê civînekê lidar bixin, ku wê têde Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê, Hadî el–Behre jî amade bibe, li gor ku Berdevka Wezareta Derve ya Brîtanya Fereh Dexlilah ragihandiye.
Li gor Fereh Dexlilah, dê ew civîn ne li ser astê wezîrên derve yên welatên grûpa Dostên Sûriyê be, ku di Sibata sala 2012an de ji 70 welatî pêkhatiye.
Dexlilah li ser mebesta wê civînê diyar kir ku niha dem hatiye da ku mixalefeta Sûriyê hêz û armancên xwe bi sepîne û got: “Tiştê ku li cem mixalefeta Sûriyê heye ne li cem rejîma wî welatî û ne jî li cem rêxistina DAIŞê heye, çi ji aliyê lîberalîbûnê ve û çi ji aliyê demokrasî û beşdariya hemû aliyan tê de.”
li go navbûriyê, dê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê Hadî el–Behre ligel Wezîrê Derve yê Brîtanya Philip Hammond bicive.
Berî niha Brîtanya soz dabû ku ew dê bêhtir ji 73 milyon dolar pêşkêşî mixalefeta Sûriyê, wek piştgiriyekê ji hikûmeta demkî ya mixalefeta Sûriyê re, di rêvebirina deverên di bin kontrola wê de.
Rudaw
