• Monday, 16 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê berê yê Misirê kir

Gulan Media November 9, 2014 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê berê yê Misirê kir
Duh yekşem 09.11.2014 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Silêman Osman Konsolê berê yê welatê Misir li Herêma Kurdistanê kir ku bi helkefta dawî hatina erkê xwe yê li Kurdistanê û xatir xwestinê serdana Serok Barzanî kiribû.

Li hevdîtinê de Konsolê berê yê Misirê spasiyên xwe û welatê xwe pêşkêşî Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kir ku li demên karkirinê da hemaheng û piştevan bûne ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera her dû aliyan û hêvî jî xwest ew peywendî berdewam bin û bigihe astekî bilindtir.

Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Konsolê berê yê Misir li Hewlêr, amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û welatê Misirê derbirî. Her wiha Serok Barzanî li erk û karên wî yên li paşarojê de hêviya serkeftinê ji bo Konsolê berê yê Misir li Herêma Kurdistanê xwest.
Top