• Monday, 16 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê nû yê Elmanya li Hewlêrê kir

Gulan Media November 9, 2014 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê nû yê Elmanya li Hewlêrê kir
Duh yekşem 09.11.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Gîorg Ênzuwayler Konsolê nû yê welatê Elmanya li bajarê Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de ku bi sedema destbikarbûn û xwe nasandinê serdana Serok Barzanî kiribû, Konsolê nû yê Elmanya ji bo rexsandina derfeta hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û ragihand ku gelek bextewer û xweşhale li bajarê Hewlêrê nûnerayetiya welatê xwe dike. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku serdana çendîn şandên bilindên Elmanî ya Kurdistanê li demên derbasbûyî de nîşana eweye ku Herêma Kurdistanê ciheke girîngê welatê wan e. Konsolê nû yê Elmanya eve jî dûpat kir ku Elmanya li pêşkêşkirina yarmetiya serbazî ya ji bo hêzên Pêşmerge û her wiha hevkarîkirina Herêmê ya ji bo hewandina koçberan de berdewam dibê. Konsolê nû yê Elmanya hêviya wê yekê xwest ku peywendiyên di navbera her dû aliyan li hemû waran de pêşkeftineke zêdetir bi xwe ve bibîne.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina Konsolê nû yê Elmanya kir û hêviya serkeftinê li erk û karên wan de xwest û spasiya Hikûmet û gelê Elmanya jî kir ku li şerê dijî terorîstan da hevkariya Herêma Kurdistanê kirine û tekez jî li wê yekê kir ku hevkariyên Elmanya bandoreke baş li bereyên şer da hebûye.

Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û peywendiyên Herêm û Bexda û tehdîdên terorîstan û rewşa jiyan û guzerana koçberan xistin ber behs û guftûgoyan. Serok Barzanî di derbarê çareserkirina giriftên koçberan wê yekê dûpat kir ku çareseriya bingehîn ya kêşeya koçberan azadkirina navçeyên wan û vegerana xelkê li ser mal û halê wan e.

Top