‘Heta butçe neyê şandin Kurdistan pereyên petrolê nade Bexdayê’
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, hikûmeta İraqê daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku pereyên petrola hatiye firotin a Herêma Kurdistanê bide Bexdayê û li gor hinek çavkaniyan jî çûna Wezîrê Derve yê İraqê Îbrahîm Caferî bi vê mijarê ve girêdayî ye. Ji ber li Tirkiyê di civîneke çapemeniyê de Caferî ragehand ku desthilata derxistin û firotina petrolê tenê di destê hikûmeta İraqê de ye.
Di vê derbarê de Cîgirê Serokê Komisyona Petrol û Gazê ya Parlamentoya Kurdistanê Dilşad Şaban ji BasNewsê re got: ‘’Li gor me normal e peywendiyên navbera İraq û Tirkiyê baş bibin, ji ber em jî beşekî İraqê ne.’‘
Li ser axaftina Caferî jî ku gotibû desthilata derxistin û firotina petrolê di destê hikûmeta İraqê de ye, Şaban wiha axifî: ‘’Petrola Kurdistanê ne di bin desthilata hikûmeta İraqê de ye. Petrola Kurdistanê di bin kontrola siyaseta petrola Kurdistanê de ye û em li gor yasaya hejmar (22) ya sala 2007 a Yasaya Petrol û Gazê danûstandinê ligel petrol û gaza Herêma Kurdistanê dikin.’‘
Şaban wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Tu pirsgirêkeke me nîne ku em ji sedî 83’ê pereyên petrola Kurdistanê bidin Bexdayê, lê bi mercekî Bexda ji sedî 17’ê beşa Kurdistanê bişîne û rêkeftina me ya ligel Tirkiyê jî ew e ku ji sedî 17’ê pereyên petrolê bo Kurdistanê ye û beşa din jî bo Bexdayê ye, lê belê eger Bexda ji sedî 17’ê beşa Kurdistanê bişîne. Lê heta niha me 35 milyon bermîl petrol firotiye hê jî negehiştiye ji sedî 5’ê wê rêjeyê, loma heta Bexda butçeya Kurdistanê neşîne em jî pereyên petrolê nadin Bexdayê.’‘
Basnews
