• Monday, 16 February 2026
logo

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî bersiva Wezîrê Derve yê Sûriyê da

Gulan Media November 9, 2014 Nûçe
Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî bersiva Wezîrê Derve yê Sûriyê da
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de û bi riya berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omîd Sebah bi tundî bersiva daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim da.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatine ku, “Roja pêncşemê Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim di hevpeyvînekê de ligel rojnameya el-Exbar a lubnanî de gotinên nerast û derew derbarê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Kobanî (ku bi Eyin el-Ereb bi nav dike) kirine.”

De berwewamiya wê daxuyaniyê de hatiye ku, “Di bersiva wan gotinên ne di cihê xwe de, em bi pêwîst dizanin ku em bêjin xelkê Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî xelkê Kobanî baştir dizanin ku kê alîkariya wan kiriye û Welîd Muelim ne ew kese ku dersa niştîmanperweriyê bide.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha domand: “Em nizanin ku ji bîra wî çûye yan ji bîra xwe dibe ku yekem siyaseta bi erebkirina Rojavayê Kurdistanê li Sûriyê û li ser destê nîjadperestên mîna Welîd Muelim dest pê kiriye.”

Di daxuyaniyê de wiha hatiye ku, “Muelim di hevpeyvîna xwe de navê birêz Abdullah Ocalan aniye ziman. Em nizanin bi çi rûyî behsa Ocalan dike? Ji ber ku Ocalan li ba wan bû, lê dîsa dest jê berdan û ew ji welatê xwe derxistin û tevlî wê pilanê jî kirin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha dibêje: “Eger Muelim rast dibêje û tenê piçekî jî hestê wî li hember kurdan yan aliyekî kurdî hebe, bila bi eşkere û wêrek hebûna gelê kurd li Sûriyê nav bike.”

Rudaw
Top