Dê sibe Parliyamenta Kurdistanê kombûnekî saz bike
Dê di evê kombûnê de, behsa reporta herdû komîteyên darayî û kar û barên aborî û veberhemanînê û komîteya pîşesazî û enerjîyê û jêderên surîştî yên di bareya arîşeya pişka herêma Kurdistanê ya di budceya giştîya Iraqê de û raspartinên parliyamenta Kurdistanê yên ji bo şandeya danûstandinkara herêma Kurdistanê bihê kirin.
Her di evê kombûnê de, dê bi amadebûna encûmena herêma Kurdistanê ya ji bo kar û barên petrol û gazê, behsa siyaseta enerjîya herêma Kurdistanê bihê kirin.
Dê di evê kombûnê de, behsa çend pirsên din jî bihê kirin.
