• Monday, 16 February 2026
logo

DAIŞ gundên Kurdan ên derdora Kobanê difroşe Ereban

Gulan Media November 9, 2014 Nûçe
DAIŞ gundên Kurdan ên derdora Kobanê difroşe Ereban
Emîrên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAIŞ) li navçeye Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê gund û zeviyên Kurdan difroşin eşîrên Ereb.

Di vê derbarê de, çalakvanên Kurd ên devera Kobanê dibêjin ku emîrên DAİŞ’ê li navçeya Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, gundên Kurdan difroşin eşîrên Ereb û her gundek li gor mezinahî û rûbera wî bi nêzîka 6-7 hezar dolar difroşin Ereban.

Wek tê zanîn, DAIŞ`ê zêdeyî 100 gundên Kurdan yên derdora bajarê Kobanê dagîr kiribûn û şêniyên wan gundan neçar bûn koçberî Bakur û Başûrê Kurdistanê bibin. Li gor amarên Netewyên Yekbûyî (NY) nêzîka 200 hezar Kurd ji bajarê Kobanê û gundên wê koçber bûne.

Hêjayî gotinê ye, çekdarên DAIŞ`ê nêzîka 2 mehan dibe êrîşî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê dikin, lê heta ji ber berxwedana şervanên Kurd û çûna Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê nikarîn wî bajarî kontrol bikin û niha ji sedî 75’ê bajar di destê şervanên Kurd û Pêşmergeyan de ye.

Basnews
Top