Berdevkê Ebadî: Serokwezîr dixwaze nakokiyên Hewlêr û Bexdayê çareser bibin
Berdevkê Nivîsingeha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Rafid Cibûrî di daxuyaniyekê de bo Rûdawê ragihand: “Serokwezîr di wê baweriyê de ye ku nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê dê bi gotûbêjan çareser bibin.”
Duhî Serokmarê Iraqê Fuad Mehsûm û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî derbarê çareserkirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de civiyan.
Derbarê naveroka wê civînê, Rafid Cibûrî ragihand: “Di wê civînê de herdu aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku divê ew nakokî bên çareser kirin.”
Berdevkê Nivîsingeha Ebadî wiha got: “Serokwezîr Heyder Ebadî daxwaz kir ku di demeke nêzîk de Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî serdana Bexdayê bike bo gotûbêjkirina pirsa petrola Herêma Kurdistanê.”
Rafid Cibûrî wiha domand: “Bila hemû xelkê Kurdistanê zanibin ku, helwestê Ebadî derbarê çareserkirina nakokiyan nerm e û pir dixwaze ku ew nakokî bên çareserkirin û ew ne wiha ye ku wek di dezgehên ragihandina de tê gotin ku, Ebadî tund e û naxwaze wan nakokiyan çareser bike.”
