Rewşa dawî ya Kobanî: Li bakur şer berdewam e
Peyamnêrê Rûdawê Imer Kalo li nêzîk sînorê Kobanî ragihand: “Ji vê sibehê heta seat 12:00 rewş aram bû, lê piştî wê şer li bakurê Kobanî li aliyê taxa mizgefta Hacî Reşad, di navbera Hêzên Pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li aliyekî û çekdarên DAIŞê li aliyê din dest pê kir.”
Kalo wiha got: “Çekdarên DAIŞê bi çekên giran û topbaranê hewl didin deriyê sînorî yê Murşidpînarê ku di destê şervanên Kurd de ye, kontrol bikin, lê hewlên wan heta niha sernegitine.”
Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku, “Hawenek ji aliyê DAIŞê ve hat avêtin û bazara Kobanî ya kevin ket.”
Imer Kalo wiha got: “Piştî wî şerê bakurê Kobanî niha hinekî rewş aram bûye. Herwiha rewş li Girê Til Şeîr ê ku di bin destê hêzên kurdî de ye, heta niha aram e.”
Derbarê tevgera balafiran de, peyamnêrê Rûdawê ragihand: “Ji vê sibehê de balafirên hevpeymaniyê li asmanê Kobanî difirin, lê heta niha ti cihekî DAIŞê bombebaran nekirine.”
Rudaw
